Li Silêmanîyê ji ber Coronavîrusê 7 kesên din jî canê xwe ji dest dan

Alîkarê Midûrê Tenduristîyê yê Bajara Silêmanîyê Abdullah Ahmed destnîşan kir, ji ber Coronavîrusê 7 kesên din canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 14.07.2020 14:30:26 / Güncelleme: 14.07.2020 14:30:26 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat ragihandin di 24 seatên dawî de li bajara Silêmanîyeya Herêma Kurdistanê ji ber Coronavîrusê 7 kesên din canê xwe ji dest dan.

Derbarê mijarê de ji teref Alîkarê Midûrê Tenduristîyê yê Bajara Silêmanîyê Abdullah Ahmed destnîşan kir, ji ber Coronavîrusê 7 kesên din canê xwe ji dest dan ku ji van 4 kes eslê xwe Silêmanîyeyî û 3 kes jî ji bajarên derdorê ne.

Dr. Sabah Hewramîyê Midûrê Tenduristîyê yê Silêmanîyê jî derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir.

Hewramî di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, xeberên baş derheqê rêjeyên Coronavîrusê de ji wan re tên û ger li gor tevdîran bê hereketkirin ew ê vîrus tesîra xwe kêm bike.

Li Herêma Kurdistanê heta niha 9 hezar û 455 kes bi vîrusê ketin, 333 kes wefat kirin û 3 hezar û 378  kes jî baş bûn.(ÎLKHA)