Saglam: “Divê Peymana Stenbolê bê fesihkirin”

Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshak Saglma derheqê Peymana Stenbolê ya ku di 2014an de ket merîyetê û heta îro bû sedema gelek taxrîbatan de nirxandinan kir.

Ekleme: 13.07.2020 14:25:12 / Güncelleme: 13.07.2020 14:25:12 / Xeberen Kurdi
Destek için 

“Divê îmzeya ku ji bo Peymana Stenbolê hatiye avêtin bê vekişandin”

Saglam di nirxandina ku kir de destnîşan kir, divê Peymana Stenbolê bê fesihkirin û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “ Çawa ku Peymana Stenbolê ket merîyetê ew sazîya ku li ser fitrata  parvekirina jiyanê ya digel jin, mêr û zarokan û avakirina dahatûyê hatiye hilweşandin û polês, dozger û hakim hatine xistin nava mahremîyeta malbatê. Ev yek bûye sedem ku însan ji zewacê dûr bikevin û mecbûrîtîyeta fermî ket şûna sadaqet û unsîyetê. Projeya ETCEPê hêj  berdewam dike. Ji dîroka ku ew peymana ku ji bo parastina pîrekan a ji tundîyê hat îmzekirin vir ve di warê tundîya ku li hember jinan tê kirin de gaveke bi sihhet nehatîye avêtin.Ev qad hema hema bi temametî ji feminîstan re hatiye berdan û pîrek zêdetir tenê mane.Gotinên Serokomar ‘ev peyman ne nas e’ û ya Numan Kurtulmuş ‘li gor ûsilê meriv dikare jê vebikişe’ di nav civakê de hêvîyek derxistiye holê ji bo ev peyman bê betalkirin.”

“Divê demildest ji vê xeletîyê bê vegerîn û îmzeyên ku hatine avêtin bê vekişandin”

Saglam di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir ev peyman bi xwe bûye sedem ku tundî li pîrekan bê kirin û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Bi vê peymanê têgihiştina jirêderketî hat xistin bin ewlehîya qanûnê û temamê çeşîdên jirêderketîbûnên zayendî hatin xistin bin muhafezekirinê.Digel gotinên Serokomar û hinek rayedarên din hinek parlementerên pîrek ên AK Partîyê bi tundî li pey vê peymanê disekinin û naxwazin peyman bê betalkirin ku ev yek nîşan dide hişê îqtîdarê hêj tevlîhev e. Ev yek jî tiştekî balkêş e. Divê ev mijar zêdetir ji siyasetê re neyê kirin amûr û destûr neyê dayîn ku bê sûîstîmalkirin.Ev peyman bi xwe bûye sedem ku tundî li pîrekan bê kirin û bû sedem ku exlaq û nirxên civakê zirareke mezin bibînin. Ji xwe armanca sereke ya vê peymanê ev bû.Divê ev peyman bi xwe bûye sedem ku tundî li pîrekan bê kirin.”(ÎLKHA)