Li Artvînê lehî rabû: Kesek mir û 3 kes jî winda bûn

Li Artvînê ji ber barana ku ji doh êvarî ve dibare lehî rabû û hezaza erdê pêk hat.

Ekleme: 13.07.2020 10:45:13 / Güncelleme: 13.07.2020 10:45:13 / Xeberen Kurdi / Artvin Haberleri
Destek için 

Di encama bobelata ku pêk hat de kesek canê xwe ji dest da û 3 kes jî winda bûn.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ji ber lehîya ku rabû mal di bin avê de man û wesayît ber avê re çûn.

Walîyê Artvînê Yilmaz Duruk derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir.

Walî Duruk di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir destnîşan kir di encama lehîya ku rabû de kesek canê xwe ji dest da û 3 kes jî winda bûn.

Li bajêr xebatên lêgerîn û  rizgarkirinê berdewam dikin.(ÎLKHA)