Hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket li ser 7 milyon û 588 hezarî

Li tevahîya cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket 7 milyon û 588 hezar û 94 kesî.

Ekleme: 13.07.2020 08:40:13 / Güncelleme: 13.07.2020 08:40:13 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin  hejmara kesên ku bi vîrusê ketibûn baş dibin her ku diçe zêdetir dibe.

Tê diyarkirin rêjeya başbûnê herî zêde li Amerîkayê ye û ev hejmar  milyonek û  517 hezar û 84 kes e.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin  hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket 571 hezar û 660 kesî û hejmara kesên pêketî jî derket 13 milyon û 41 hezar û 698 kesan.(ÎLKHA)