Li Amerîkayê hejmara mirîyan derket 137 hezar û 418 kesî

Li Amerîkaya ku lê Coronavîrus her ku diçe tesîra xwe zêde dike di rojekê de zêdetirî 63 hezar kes bi coronavîrusê ketin.

Ekleme: 12.07.2020 18:20:13 / Güncelleme: 12.07.2020 18:20:13 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî daxuyanîya ku ji teref Zanîngeha Johns Hopkînsê ve hatiye belavkirin; di rojeke dawî de li Amerîkayê bi zêdetirî 63  hezar kesî re Coronavîrus hat tespîtkirin û hejmara pêketîyan derket 3 milyon û 357 hezar û 418 kesî.

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin di 24 seatên dawî de 698  kesên din jî ji ber Coronavîrusê mirin û hejmara mirîyan derket 137 hezar û 418 kesî.(ÎLKHA)