Keştîya koçberan a ku di Gola Wanê de binav bûbû hat dîtin

Hat ragihandin keştîya koçberan a ku di Gola Wanê de binav bûbû û bûbû sedema mirina 13 kesî hat dîtin.

Ekleme: 08.07.2020 16:05:13 / Güncelleme: 08.07.2020 16:05:13 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Walîtîya Wanê derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin cihê keştîya koçberan a ku di golê de binav bûbû hatiye tespîtkirin û ji bo cenazeyên di keştîyê de ne bên derxistin xebat hatin destpêkirin.

Li gorî daxuyanîyê keştî di 107 metre kûrahîyê de hat tespîtkirin.(ÎLKHA)