Li Girê Spî êrîşa bombeyî: 6 kes canê xwe ji dest dan 11 kes jî birîndar bûn

Li Girê Spîya Kurdistana Rojava bi wesayîta bombebarkirî êrîşek hat lidarxistin.

Ekleme: 08.07.2020 11:20:14 / Güncelleme: 08.07.2020 11:20:14 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di encama êrîşa bombeyî ya ku hat lidarxistin de zarok jî di nav de 6 kes canê xwe ji dest dan û 11 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin êrîş li Girê Spîya ku Tirkîyê bi “Harekata Kanîya Aştîyê” xistibe bin kontrola xwe pêk hat.

4 kesên ku giran birîndar bûbûn hatin anîn Tirkîyê.(ÎLKHA)