Weqfa Yetîman ji malbata êtîm re alîkarî kir

Weqfa Yetîman xebatên xwe yên alîkarîyê ji bo kesên feqîr û êtîm bênavber didomîne.

Ekleme: 08.07.2020 10:05:16 / Güncelleme: 08.07.2020 10:05:16 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Weqf vêcarê jî li Êlihê ji malbateke êtîm a ku ji 4 nefsan pêk dihat re destê alîkarîyê dirêj kir.

Malbata êtîm a ku ji 4 nefsan pêk dihat berî niha bi nûçeya ku ji teref ÎLKHAyê ve hatibû amadekirin hatibû rojevê ku di destpêkê de Karwana Hêvîyê ya Êlihê ji wan re bûbû alîkar û vêcar jî Weqfa Yetîman a Diyarbekirê ji wan re bû alîkar.

Temsîlkarê Dildar ê Weqfê Yetîman  Bereket Şengul derbarê alîkarîya ku hat kirin de daxuyanîyek belav kir.

Şengul di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir “Weqfa Yetîman ji me re alîkarîyên neqdî û xurekê ji me re şand û me jî teslîmî malbatê kir. Xweda ji xêrxwazan razî be û bereketê têxe nava mala wan.”(ÎLKHA)