Wezîrê Tenduristîyê ya Pakistanê Zafar Mîrza bi Coronavîrusê ket

Hat ragihandin Wezîrê Tenduristîyê ya Pakistanê Zafar Mîrza bi Coronavîrusê ket.

Ekleme: 06.07.2020 18:05:15 / Güncelleme: 06.07.2020 18:05:15 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Mîrza derbarê mijarê de li ser hisaba xwe ya medyaya civakî daxuyanîyek belav kir.

Mîrza di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir testa wî ya Coronavîrusê pozîtîf derketiye û ew di mala xwe de xwe îzole kiriye û nexweşî hêj lê giran nekiriye.

Li gorî daneyên dawî li Pakistanê heta niha 4 hezar û 762 kes ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û 231 hezar û 818 kes jî bi vîrusê ketin.(ÎLKHA)