Birêveberîya Herêma Kurdistanê gavên yasaya çaksazîyê bileztir dike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî bi rêya vîdeokonferansê bi Komîteya Bilind a Bicihkirina Yasaya Çaksaziyê re civînekê tertîp kir.

Ekleme: 06.07.2020 16:20:14 / Güncelleme: 06.07.2020 16:20:14 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di encama civîna ku hat kirin de biryar hat dayîn ku gavên ku dê di vî warî de bên avêtin bên bileztirkirin.

Alîkarê Serokwezîr Qubad Talabanî û çend wezîrên pêwendîdar jî beşdarî civîna ku hat lidarxistin bûn. Di civînê de ji bo yasaya çaksazîyê bi hêsantir bê tetbîqkirin gavên ku dê bên avêtin hatin nirxandin û biryar hat dayîn ku yasa di civîna were de bê tasdîqkirin.(ÎLKHA)