Di doza kuştina George Floyd de polêsê 3yemîn jî hat berdan

Li Amerîkayê ji 3 polêsên ku eleqeya wan bi mirina George Floyd re hebû polêsê 3yemîn jî bi kefaletê hat berdan.

Ekleme: 06.07.2020 12:30:15 / Güncelleme: 06.07.2020 12:30:15 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di 25ê Gulanê de li Amerîkayê dema ku George Floyd hat binçavkirin polêsek çoka xwe danîbûn li ser stûyê George Floyd û bûbû sedema mirina wî. Piştî bûyera ku pêk hatibû re 3 polêsên ku eleqeya wan bi meselê re hebû hatibûn binçavkirin û doz hatibû vekirin.

Di pêvajoya dozê de berî niha 2 polês hatibûn berdan û polêsê bi navê Derek Chauvînê ku çoka xwe danîbû li ser stûyê George Floyd û bûbû sedema mirina wî jî bi kefelatê hat berdan.(ÎLKHA)