Ji ber teqîna li Sakaryayê hejmara mirîyan derket 6 kesî

Walîyê Sakaryayê Çetîn Oktay Kaldirim derbarê geşedanên dawî yên derheqê teqîna li fabrîkayeke fîşekên hewayî ya li Sakaryayê pêk hat de daxuyanîyek belav kir.

Ekleme: 06.07.2020 12:05:15 / Güncelleme: 06.07.2020 12:05:15 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Walî Kaldirim di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir ji ber teqîna li navçeya Hendeka Sakaryayê hejmara mirîyan derket 6 kesî û xebatên lêgerîna kesekî ku winda bûbû jî berdewam dikin.

Di bergeha lêpirsîna ku ji teref Serdozgerîya Komarê ya Sakaryayê ve hatibû destpêkirin de midûrê mesûl ê fabrîkê û 2 serhoste hatin binçavkirin.(ÎLKHA)