Şewirmendê Serokomarê Efxanistanê li Tirkîyê ji ber Coronavîrusê mir

Yusuf Gazanferê Şewirmendê Taybet ê Serokomarê Efxanistanê ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest da.

Ekleme: 04.07.2020 16:40:13 / Güncelleme: 04.07.2020 16:40:13 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin Gazanferê ku li Efxanistanê bi Coronavîrusê ketibû ji bo tedawîyê hatibû anîn Tirkîyê.

Gazanferê ku eslê xwe Ozbek bû li Efxanistanê karsazekî navdar bû.

Li Efxanistanê heta niha ji ber Coronavîrusê 819 kes canê xwe ji dest dan û 31 hezar û 324 kes jî bi vîrusê ketin.(ÎLKHA)