Hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket li ser 6 milyon û 162 hezarî

Li tevahîya cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket 6 milyon û 162 hezar û 463 kesî.

Ekleme: 03.07.2020 11:30:13 / Güncelleme: 03.07.2020 11:30:13 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin  hejmara kesên ku bi vîrusê ketibûn baş dibin her ku diçe zêdetir dibe.

Tê diyarkirin rêjeya başbûnê herî zêde li Amerîkayê ye û ev hejmar  milyonek û  191  hezar û 91 kes e.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin  hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket 524 hezar û 406  kesî û hejmara kesên pêketî jî derket 11 milyon û  hezarek û 43 kesan.(ÎLKHA)