Wezîrê Tenduristîyê navê 5 bajarên ku hejmara pêketîyan lê herî zêde ye daxuyand

Wezîrê Tenduristîyê Fahrettîn Kocayê ku daneyên Coronavîrusê yên 2yê Tîrmehê daxuyand destnîşan kir, 17 kes canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 03.07.2020 09:45:12 / Güncelleme: 03.07.2020 09:45:12 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Wezîr Koca di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir “Li Burdur û Gumuşxanê ev bû 2 roj ku kesên bi vîrus nayê tespîtkirin. Stenbol, Enqere, Entabê, Konya û Bursa ew bajar in ku lê herî zêde pêketî hene.”

Koca di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir di 24 seatên dawî de 49 hezar û 714 test hatin kirin û di encama van testan de bi hezar û 186 kesên din re jî Coronavîrus hatiye tespîtkirin.(ÎLKHA)