​​Di 24 seatên dawî de li Tirkîyê 19 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan

​Li Tirkîyê di 24 seatên dawî de 19 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 5 hezar û 150 kesî.

Ekleme: 02.07.2020 11:55:14 / Güncelleme: 02.07.2020 11:55:14 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Derbarê geşedanên dawî yên Coronavîrusê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Tirkîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Li gorî daxuyanîya ku hat belavkirin di encama testên ku hatin kirin de 1192 kesên din re jî Coronavîrus hat tespîtkirin û hejmara kesên ku bi vîrusê ketin derket 201 hezar û 98 kesî.

Fahrettîn Kocayê Wezîrê Tenduristîyê jî derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir.

Wezîr Koca di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir “Hejmara testên ku heta îro hatin kirin derket nêzî 3 milyon û nîvan. Li bajarên mîna Tekîrdag, Balikesîr, Samsun, Kirşehîr û Duzceyê ji ber ku  li gorî tevdîran tê hereketkirin hejmara pêketîyan bi rêkûpêk dikeve. Em dikarin vê netîcê li temamê bajaran bi dest bixin."(ÎLKHA)