Konseya Ewlehîyê ya Neteweyên Yekbûyî bi biryara “Agirbesta Gerdûnî”

Konseya Ewlehîyê ya Neteweyên Yekbûyî ji ber şoba Coronavîrusê li tevahîya cîhanê ji bo 90 rojan qerara agirbesta însanî da.

Ekleme: 02.07.2020 10:35:13 / Güncelleme: 02.07.2020 10:35:13 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Pêşnîyaza agirbestan însanî ji teref Fransa û Tunusê ve ji konseyê re hat pêşkêşkirin û di encama dengdayîna ku hat kirin de ji teref 15 endamî ve hat qebûlkirin.

Antonio Guterresê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî derbarê biryara ku hat dayîn de daxuyanîyek belav kir.

Guterres di daxuyanîya ku belav kir de ji ber biryara “agirbesta gerdûnî” kêfxweşîyên xwe anî zimên û diyar kir “Divê hewldanên aştîyê bê zêdekirin.”(ÎLKHA)