Li tevahîya cîhanê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê mirin derket li ser 519 hezarî

Ji ber Coronavîrusê li tevahîya cîhanê heta niha 519 hezar û 95 kes canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 02.07.2020 10:05:13 / Güncelleme: 02.07.2020 10:05:13 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Mirinên ku ji ber Coronavîrusa ku li Wuhana Çînê derket holê û di demeke kurt de belavî temamê dinyayê bû pêk tên her ku diçin zêdetir dibin.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin  hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket 519 hezar û 95 kesan û hejmara kesên pêketî jî derket  10  milyon  û 811 hezar û 206 kesan.

Mirinên herî zêde yên ji ber Coronavîrusê heta niha li Amerîkayê pêk hatin. Ji ber Coronavîrusê heta niha li Amerîkayê 130 hezar û  798 kes mirin.(ÎLKHA)