Qedexeya firotina cixareya pêçayî û makaronên ku tê de tutun heye dest pê kir

Li gorî guhartina ku di 26ê Hezîranê de di Rojnameya Fermî de hat weşandin ji 1ê Tîrmehê pêve firotina cixareya pêçayî û makaronên ku tê de tutun heye hat qedexekirin.

Ekleme: 01.07.2020 13:20:14 / Güncelleme: 01.07.2020 13:20:14 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qedexeya ku doh hatibû ragihandin îro dest pê kir.

Li gorî guhartina ku hat weşandin ji kesên ku cixareya pêçayî û makaronên ku tê de tutun heye  bifiroşin û li ser xwe bigerînin re ceza bê birîn.

Her wisa tê diyarkirin kesên ku ji Wezareta Daristan û Çandinîyê belgeya rayeyê ya firotinê nestînin dê nikaribin ticareta tutunê bikin.(ÎLKHA)