Airbus dê 15 hezar xebatkarên xwe ji kar derbixe

Airbusa ku hilberînerê firokan e û navenda wê li Ewrûpayê ye ji ber problemên aborî yên ku Coronavîrus jê re bûye sedem dê 15 hezar xebatkarên xwe ji kar derbixe.

Ekleme: 01.07.2020 13:15:25 / Güncelleme: 01.07.2020 13:15:25 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Derbarê mijarê de ji teref Airbusê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; ji bo em vegerin halê xwe berê ya aborî dibe ku ji me re 3 an jî 5 sal lazim bin. Ji ber vê yekê em ê li Fransayê 5 hezar, li Almanyayê 5 hezar û 100, li Îngîlterê hezar û 700, Li Îspanyayê 900 û ji tesîsên din ên Airbusê hezar û 300 kesî ji kar derbixin.(ÎLKHA)