​Di 24 seatên dawî de li Tirkîyê 16 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan

​Li Tirkîyê di 24 seatên dawî de 16 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 5 hezar û 131 kesî.

Ekleme: 01.07.2020 11:05:14 / Güncelleme: 01.07.2020 11:05:14 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Derbarê geşedanên dawî yên Coronavîrusê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Tirkîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Li gorî daxuyanîya ku hat belavkirin di encama testên ku hatin kirin de 1302 kesên din re jî Coronavîrus hat tespîtkirin û hejmara kesên ku bi vîrusê ketin derket 199 hezar û 906 kesî.

Fahrettîn Kocayê Wezîrê Tenduristîyê jî derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir.

Wezîr Koca di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir “Li gorî doh hejmara kesên ku bi vîrusê ketine kêm bû."(ÎLKHA)