Li Amerîkayê di 24 seatên dawî de ji ber coronavîrusê 368 kesên din mirin

Hat ragihandin di 24 seatên dawî de li Amerîkayê 368 kesên din ji ber vîrusê mirin û bi 45 hezar û 412 kesên din re jî vîrus hat tespîtkirin.

Ekleme: 01.07.2020 10:30:13 / Güncelleme: 01.07.2020 10:30:13 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ji ber Coronavîrusa ku temamê dinyayê xistiye bin tesîra xwe heta îro li Amerîkayê  128  hezar û  819 kes mirin û bi  2 milyon û 683 hezar û  304 kesî re Coronavîrus hat tespîtkirin.

Amerîkaya ku tê diyarkirin welatê bi hêztirîn ê cîhanê ye li hember Coronavîrusê bêçare maye.(ÎLKHA)