Îran: Em ê di demeke nêz de dermana Coronavîrusê li ser însanan biceribînin

Rayedarên Îranî destnîşan kirin, dermanêb Coronavîrusê yên ku berî niha li ser heywanan hatibû ceribandin dê di demeke nêz de dê li ser însanan bê ceribandin.

Ekleme: 30.06.2020 15:35:14 / Güncelleme: 30.06.2020 15:35:14 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Wezîrê Tenduristîyê yê Îranê Seîd Nemekî destnîşan kir, welatê wî di warê hilberandina dermana coronavîrusê de "gavên tesîrdar" avêtin.

Nemekî  di daxuyanîya ku belav kir destnîşan kir "Min bi xwe xebatên zanyarên Îranî di yên 4 mehên dawî de yên derheqê dermana Coronavîrusê de ji nêz ve taqîb kir.Encam hêvî didin meriv. Testên ku li ser heywanan hat kirin serkeftî bûn.Ew ê di demeke nêz de li ser însanan jî bê ceribandin."(ÎLKHA)