Li Diyarbekirê di operasyona PKKê de 23 kes hatin tewqîfkirin

Ji 45 kesên ku serokên şaredarîya HDPê jî di nav de bûn û di encama operasyona ku hatibûn lidarxistin de hatibûn binçavkirin 23 kes hatin tewqîfkirin.

Ekleme: 30.06.2020 14:15:14 / Güncelleme: 30.06.2020 14:15:14 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Îna borî di bergeha lêpirsîna ku ji teref Serdozgerîya Komare ya Diyarbekirê ve hatibû destpêkirin de li hember PKKê operasyon hatibûn lidarxistin û di encama operasyonên ku hatibûn lidarxistin de 45 kesên ku di nav wan de serokên şaredarîyên HDP jî hebûn hatibûn binçavkirin.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ji 29 kesên ku îri hatin derxistin mehkemê tevde 23 kes hatin tewqîfkirin ku di nav wan de Seroka Şaredarîya Farqînê  Naşîde Topraka ku ji wezîfê hatibûn dûrxistin jî heye.(ÎLKHA)