Derbarê qezaya ku lê 7 kes mirin de şofêrê TIRê hat tewqîfkirin

Şofêrê TIRa ku li Konyayê li mînîbûsê qelibî bû û di qezayê de 7 kes canê xwe ji dest dabûn di encama lêpirsîna ku hat destpkirin de hat tewqîfkirin.

Ekleme: 29.06.2020 13:40:15 / Güncelleme: 29.06.2020 13:40:15 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li Konyayê mînîbusa ku karkerên zireatê vediguhast û TIR li hev qelibîbûn, di encama qezaya ku pêk hat de 6 kes canê xwe ji dest dan 12 kes birîndar bûbûn ku kesek ji birîndaran li nexweşxaneya ku lê hat rakirin digel temamê midaxeleyan canê xwe ji dest dabû.

Di bergeha lêpirsîna ku hat destpêkirin de şofêr TIRê U.D. ji teref mehkemê ve hat tewqîfkirin.(ÎLKHA)