Serokê Platforma Karwana Şehîdan: "Sûsa cihê ji nû ve nivîsandina izzet û îmanê ye"

Ji ser Qetlîama Sûsayê 28 sal derbas bûn, lê hêj êş û elama wê wek îro nû ye.

Ekleme: 25.06.2020 14:30:18 / Güncelleme: 25.06.2020 14:30:18 / Xeberen Kurdi
Destek için 

PKKyê ku ji roja hebûna xwe heta îro zulm li gelê Kurd ên Misliman kiriye di 26ê Hezîrana 1992yan de li navçeya Farqîna Diyarbekirê di Gundê Sûsayê de qetlîamek wehşiyane kir. PKKyê ku dîroka wê ji zulm û zordariyê dagirtiye rûyê xwe ya wehşiyane carek din li Sûsayê  nîşan da.

PKK, di 26ê Hezîrana 1992yan de roja înê ji alîgirên xwe piştgirî sitand û cil û bergên leşkerî li xwe kir. Dûvre di ser Mizgefta Sûsayê de girt. PKKyiyên ku piştî deriya mizgeftê şikandin û dûvre têketin nav mizgeftê, piştî nimêja îşayê cemaeta ku guhdariya siyera nebî dikir bi şiklekî zorê derxistin derve.

PKK,  destê 14 Mislimanan girê da û piştî ku ji qudsiyetên Mislimanan re heqeratan kir re bi çekên lûledirêj Mislimanan da ber berikan. Di encama wehşetê de 4 birayên bi navê Zekî (12), Medenî (18), M. Mekî (19) û M. Saîd Fîdanci (28); M. Emîn (15), Adnan (20) û Ahmet Kantar (48), M. Alî Uslu (26), Huseyîn Çetînkaya (30) û melayê gund Abdulhaluk Ugas (37) şehit bûn. 4 kes jî wek birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Farqînê û Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê.

Di salvegera 28emîn a qetlîamê de Omer Çelîkê Serokê Platforma Karwana Şehîdan daxuyanîyek da û wisa qala wan tiştên ku şeva qetlîamê pêk hatine kir.

"Temamê birayên me yên ku şehîd bûn aşiqê şehadetê bûn"

Çelîk didaxuyanîya xwe destnîşan kir "Sûsa cihê ji nû ve nivîsandina izzet û îmanê ye. Di sala 1992yan de endamên rêxistina murted PKK cil û bergên leşkeran li xwe kirin û di ser gund de girtin û wan birayên me yên ku di camîyê de dersa Qur'anê didan şehîd kirin." û got: "Ew berxwedaneke bi izzet nîşan da û serê xwe tu carî ji zilletê re netewandin. Lewra dema ku em li heyata wan mêze dikin û bi qasî ku em ji derdora wan dibihîzin ew tev aşiqê şehadetê bûn.Tev ji bo şehîd bibin ji hev re dia dikirin. Xweda ji ber samîmîyet û îxlasa wan şehadetê kir nesîbê wan ku ev meqam ji her kesî re nayê dayîn.

Çelîk di berdewama daxuyanîya xwe de qala ehemîyeta şehadetê kir û diyar kir "Pêxemberê me dibêje zîrweye vî dînî micadele û cîhad e. Netîceya cîhadê jî şehadet e. Rebbê me di Qur'ana Kerîm de dibêje ku şehîd namirin û zindî ne, li ba Xweda ji wan re rizq tê dayîn û ji wan birayên wan ên li  pey wan mane re jî qet tirs tune ye."

"Ew civakên ku şehadetê ji qelbên xwe derxistine û mahkûm in ku lîbasa zilletê li xwe bikin"

Çelîkê ku gor daxwaza şehadetê Îslamê li ser pîyan digire û micadelê geş dike di berdewama daxuyanîya xwe de wisa axivî: " Ew civakên ku şehadetê ji qelbên xwe derxistine û mahkûm in ku lîbasa zilletê li xwe bikin. Dema ku em li dîrokê mêze dikin ji Hz. Adem bigirin heta niha kîjan civak daxwaza şehadetê di qelbê xwe de bi cî kiribe ew êsîr nebûye û nebûye bindest.  Ger em wek ummet dixwazin vegerin wan rojên xwe yên berê û ger em dixwazin Îslam cardin hakim bibe wê demê divê em şehedatê teleb bikin. Ger em di nimêj û diayên xwe de her tim şehadetê daxwaz bikin ew ê her tişt xweş û baş bibe û ew ê li ser rûyê erdê edalet hakim bibe."(ÎLKHA)