Hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket li ser 5 milyon û 62 hezarî

Li tevahîya cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket 5 milyon û 62 hezar û 840 kesî.

Ekleme: 24.06.2020 12:05:16 / Güncelleme: 24.06.2020 12:05:16 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin  hejmara kesên ku bi vîrusê ketibûn baş dibin her ku diçe zêdetir dibe.

Tê diyarkirin rêjeya başbûnê herî zêde li Amerîkayê ye û ev hejmar  milyonek û 20 hezar û 412 kes e.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin  hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket 480 hezar û 140 kesî û hejmara kesên pêketî jî derket 9 milyon û 373  hezar û 423 kesan.(ÎLKHA)