Li Serê Kanîyê êrîşa bombeyî: 5 mirî 12 birîndar

Li bajara Serê Kanîyê ya Kurdistana Sûrîyê êrîşa bombeyî li cihê bazarê hat kirin.

Ekleme: 23.06.2020 16:45:09 / Güncelleme: 23.06.2020 16:45:09 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin wesayîta bombebarkirî ya ku li nêzî herêma bazarê hatibû bicîkirin hat teqandin. Di encama teqîna ku pêk hat de 5 kes canê xwe ji dest dan û 12 kes jî birîndar bûn.

Kesên ku di êrîşê de birîndar bûn bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.

Hêj tu kesî êrîşê li ser xwe negirtîye.(ÎLKHA)