"ABD û PYD di navbera Kurdan de hewl didin tifaqê saz bikin ku ev yek sedema fikarê ye"

Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshak Saglam derheqê hewldanên tifaqê ya di navbera Kurdên Sûrîyê de daxuyanîyek belav kir û destnîşan kir "Ji ber ku Amerîka ji vê yekê re pêşîvantîyê dike ev yek tirdêr û ji ber ku PYD jî di nav de ye sedama fikarê ye."

Ekleme: 23.06.2020 13:50:05 / Güncelleme: 23.06.2020 13:50:05 / Xeberen Kurdi
Destek için 

"Ji ber ku Amerîka ji vê yekê re pêşîvantîyê dike ev yek tirsdêr û ji ber ku PYD jî di nav de ye sedama fikarê ye"

Saglam di nirxandina ku kir de destnîşan kir ew wan hevdîtinên tifaqê yên di navbera Kurdên Sûrîyê de bi dîqqet taqîb dikin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Em dixwazin birêveberîyeke wisa li erdnigarîya xwe bibînin  ku lê xwîn, rondikên çavan, zilm, zordarî û muhacerat tunebe û hemû kes bibe xwedîyê mafê xwe û di nav ewlehîyê de bijî.Encax ji ber ku ji destpêka pêvajoyê vir ve Amerîka ji vê yekê re pêşîvantî dike ku ev yek meriv dide fikirandin û tirsandin. Her wisa ji roja ku li Sûrîyê kaos dest pê kiriye vir ve ji ber PYDê zêdetirî 700 hezar Kurdên Sûrîyeyî  derbasî Tirkîyê û Kurdistana Iraqê bûn û PYDÊ bêhejmar rîspîyên Kurdan, alim, akademîsyen û siyasetmedar revand, qetil kir û ew sirgûn kir. Ji ber vê yekê ji ber ku PYDê di nav meselê de ye ev yek sedema fikarê ye."

"Divê temamê Kurdan bi şikleke adil di nav tifaqê de bên temsîlkirin"

Saglam destnîşan kir divê temamê Kurdan bi şikleke adil di nav tifaqê de bên temsîlkirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Lewra garantî tune ye ku PYD li gorî tifaqê hereket bike. Divê temamê Kurdan bi şikleke adil di nav tifaqê de bên temsîlkirin. Divê tehakûma komên çekdar bê astengkirin ku ev ji bo mayînde mayîna tifaqê pêwîst in."(ÎLKHA)