Li Meksîkayê ji ber Coronavîrusê 759 kesên din jî mirin

Ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Meksîkayê ve derbarê geşedanên dawî yên Coronavîrusê de daxuyanîyek hat belavkirin.

Ekleme: 23.06.2020 11:05:14 / Güncelleme: 23.06.2020 11:05:14 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; di 24 seatên dawî de 759 kesên din ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket  22 hezar û 584 kesî.

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin heta niha 140 hezar û 118 kesên ku bi vîrusê ketibûn baş bûn.(ÎLKHA)