Li Bursayê hejmara kesên ku ji ber lehîyê mirin derket 5an

Xebatên lêgerînê ya ji bo kesekî ku winda bûye bi beşdarbûna 257 kesî berdewam dike.

Ekleme: 22.06.2020 09:05:13 / Güncelleme: 22.06.2020 09:05:13 / Xeberen Kurdi / Bursa Haberleri
Destek için 

Doh êvarî ji ber barana ku li navçeya Kestela Bursayê barîya lehî rabû û di encama lehîya ku rabû de tevde 5 kes canê xwe ji dest dan û kesek jî winda bû.

Derbarê mijarê de ji teref Walîtîya Bursayê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin ji bo kesê ku di lehîyê de winda bûye bê dîtin 257 personel xebatê dikin.(ÎLKHA)