Li Bursayê lehî: 2 mirî 4 winda

Di encama lehîya ku ji ber barana zêde li Bursayê rabû de 2 kes canê xwe ji dest dan û 4 kes jî winda bûn.

Ekleme: 22.06.2020 07:50:12 / Güncelleme: 22.06.2020 07:50:12 / Xeberen Kurdi / Bursa Haberleri
Destek için 

Derbarê mijarê de ji teref Walîtîya Bursayê ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin di encama felaketa lehîyê ya ku li gundên Dudakli, Narlidere, Golcuk, Sarikaya, Kayacik û Aksuya girêdayê Kestela Bursayê pêk hat de 2 kes canê xwe ji dest dan û 4 kes jî winda bûn.

Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dike.(ÎLKHA)