Rejîma îşxalê ya siyonîstan li Quds û Şerîaya Rojava 13 Filistînîyan revand

Hat ragihandin di encama êrîşên ku ji teref siyonîstan ve hatin kirin de 13 Filistînî hatin revandin.

Ekleme: 22.06.2020 07:45:14 / Güncelleme: 22.06.2020 07:45:14 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Rejîma îşxalê ya siyonîstan her ku diçe zilm û zordarîya xwe ya li ser Filistînîyan zêdetir dike.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin siyonîstên îşxalker li bajaroka el-Îsewîyye ya Qudsê  9 kesên bi navê Omer Mervan Ubeyd, Mahmud Muhammed Ubeyd, Mahmud Mervan Avde, Ahmed Îyad Avde, Mahmud Abd Mahmud, Muhammed Nesîm Ubeyd, Muhammed Semîh Alyan, Muhammed Murad Darî û Hasan Yasîn Dervîşê 14 salî.

Her wisa hat hînbûn siyonîstên îşxalker li Ramallah û el-Bîreyê jî 4 kesên din di encama êrîşa ku kirin de revandin.

Tê diyarkirin Filistînîyên ku hatin revandin hatin birin navenda rejîma îşxalê ya li Asyunê.(ÎLKHA)