Leşkerên Hindistana îşxalker li Keşmîrê êrîş birin li ser sîwîlan: Şehîdek û 2 birîndar

Di encama êrîşa çekdarî ya leşkerên Hindistana îşxalker de ji heman malbatê qîzikek şehîd bû û 2 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 21.06.2020 13:40:14 / Güncelleme: 21.06.2020 13:40:14 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku ji teref artêşa Pakistanê û rayedaran ve hatine dayîn, leşkerên Hindistanê êrîş birin li ser Keşmîra ku di bin kontrola Pakistanê de ye. Di encama êrîşa ku bi top û çekan hat kirin de qîzikeke 13 salî şehîd bû û dayik û lawê wê jî birîndar bûn.

Artêşa Pakistanê destnîşan kir ew ê "bi şikleke tesîrdar" bersiv bide êrîşa ku hatiye kirin.

Hindistan beşeke Keşmîrê îşxal kiriye û zilm û îşkenceyan li Mislimanên li wê derê dike û Mislimanan şehîd dike.(ÎLKHA)