Walîyê Diyarbekirê Karaloglu: "54 welatîyên me ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan"

Munîr Karalogluyê Walîyê Diyarbekirê destnîşan kir, heta niha 54 kes ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û 20 kes di lênerîna awarte de ne ûm hejmara pêketîyan tevlî van kesan 205 e.

Ekleme: 21.06.2020 10:30:14 / Güncelleme: 21.06.2020 10:30:14 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Lijneya Pandemî ya Bajêr ji bo waqayên ku li Diyarbekirê zêde dibin civînek lidar xist û piştî civîna ku hat lidarxistin re Munîr Karalogluyê Walîyê Diyarbekirê  daxuyanîyek da û destnîşan kir, heta niha 54 kes ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û 20 kes di lênerîna awarte de ne ûm hejmara pêketîyan tevlî van kesan 205 e.

Walî Karaloglu di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir nexweşxaneyên bajêr tije nebû û ji bo kesên ku pê ketine cihê tedawîyê heye.(ÎLKHA)