Bûyer li taxa Bagcilara Rezan di avahîyeke 8 qetî de pêk hat.
Şewata ku sedema wê ya derketinê hêj nayê zanîn û di qeta 6emîn de derket di demeke kurt mezin bû û qeta li ser xwe da ber xwe.
30 kesên ku ji ber şewatê di qeta 6emîn û 7emîn a avahîyê de mahsûr man di encama xebatên tefandin û rizgarkirinê de hatin xelaskirin û dû re hatin rakirin nexweşxanê.
Şênîyên avahîyê êrîş birin li ser rojnamegerên ku hatibûn cihê bûyerê û heqaret li wan kirin û gef li wan xwarin.
Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)