ENKS û YPGê li hev kirin

ENKS Û YPGyê ku di bin hîmayeya William Robakê Şewirmendê di Koalîsyona Navneteweyî ya Amerîkayê de ye hatin ba hev li hev kirin û destnîşan kirin "Em ji Amerîkayê re spasdar in ew ji bo Sûrîyê destekek bi hêz da."

Ekleme: 18.06.2020 09:35:16 / Güncelleme: 18.06.2020 09:35:16 / Xeberen Kurdi
Destek için 

ENKS û YPGê li hev kirin û piştî lihevkirina ku pêk hat re daxuyanîyeke hevpar a çapemenîyê dan.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat destnîşankirin ew li gorî Peymana Dihokê ya 2014an  bê hereketkirin û dû re wiha hat destnîşankirin: "Lijneyên ENKS û YPGê di 16ê Hezîranê de ji bo tesîskirina yekîtîya neteweyî ya Kurd hatin ba hev û ev yek ji bo yekîtîyê  gava ewil bû. Di encama hevdîtinên ku hatin kirin de lijneyên her du terefan qerareke hevpar a sîyasî dan û biryar dan ku Peyamana Dihokê ya 2014an bibe bingeha sereke ya hevdîtinên wan. Ew ê di demeke kurt de peymaneke nû bê îmzekirin. Em bi navbeynkarîya Fermandarê Giştî yê Hêzên Demokratîk ên Sûrîyê Mazlûm Abdî û William Robakê Şewirmendê  di Koalîsyona Navneteweyî ya Amerîkayê de ye hatin ba hev û me li hev kir. Ev yek ji bo yekîtîya Kurdan gaveke dîrokî ye. Em ji Mazlum Ebdîyê ku navbeynkarîya lihevkirinê û ji Birêz Serok Mesûd Barzanî û Serokê Herêma Kurdistana Başûr Nêçîrvan Barzanîyê ku destek dan lihevkirinê re spas dikin. Em ji Amerîkayê re spasdar in ew ji bo Sûrîyê destekek bi hêz da."(ÎLKHA)