Walîtîya Şirnexê: Di encama êrîşa ku PKKê kir de 4 kes canê xwe ji dest dan

Doh li navçeya Silopîya Şirnexê êrîş li wesayîta ku karkeran vediguhast hat kirin û di êrîşê de 4 kesên sîwîl canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 18.06.2020 08:55:14 / Güncelleme: 18.06.2020 08:55:14 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Derbarê vê êrîşa ku hat kirin de ji teref Walîtîya Şirnexê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat destnîşankirin, teqemenîya ku berî niha ji teref PKKê ve  di rê de hatibû bicîkirin di dema derbasbûna wesayîta karkerên rê de hat teqandin û di encama teqînê de 4 kesên sîwîl canê xwe ji dest dan.(ÎLKHA)