Hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket li ser 4 milyon û 334 hezarî

Li tevahîya cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket 4 milyon û 334 hezar û 676 kesî.

Ekleme: 17.06.2020 11:55:26 / Güncelleme: 17.06.2020 11:55:26 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin  hejmara kesên ku bi vîrusê ketibûn baş dibin her ku diçe zêdetir dibe.

Tê diyarkirin rêjeya başbûnê herî zêde li Amerîkayê ye û ev hejmar 903 hezar û 42 kes e.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin  hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket 446 hezar û 412 kesî û hejmara kesên pêketî jî derket 8 milyon û 276 hezar û 79  kesan.(ÎLKHA)