Li Rihayê 10 donim genim şewitî

Li navçeya Halîlîyeya Rihayê di erdekî ku lê genim hatibû çandin de şewat derket.

Ekleme: 17.06.2020 11:50:14 / Güncelleme: 17.06.2020 11:50:14 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin bûyer li gundê Goktepeya girêdayê navçeya Halîlîyeya Rihayê pêk hat.

Di encama şewata ku sedema wê hêj nayê zanîn de 10 donim genim şewitî.

Kesên ku şewatê dîtin xeber dan îtfaîyê û îtfaîyevanên ku hatin cihê şewatê digel gundîyan midaxeleyî agir kirin û agir hat xistin bin kontrolê.(ÎLKHA)