Kamyoneta ku şofêrê wê hakimîyeta dîrekêsîyonê winda kir ket nava Çemê Karasuyê

Qeza doh êvarî li têketina navçeya Kemalîye li ser Pira Şîrziyê pêk hat.

Ekleme: 16.06.2020 11:35:15 / Güncelleme: 16.06.2020 11:35:15 / Xeberen Kurdi / Erzincan Haberleri
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin kamyoneta bi plaqeya 07 LFC 96 a ku ajokarê wê Mehmet Dîl bû ji ber ku şofêr hakimîyeta dîreksîyonê winda kir ket nava Çemê Karasuyê.

Di encama qezaya ku pêk hat de 2 jê pitik tevde 5 kes canê xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn.

Kesên birîndar hatin rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)