Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê îro tê Tirkîyê

Li gorî daxuyanîya ku ji teref Wezareta Karên Derve yê Rûsyayê ve hatiye belavkirin, Sergey Lavrovê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê ji bo hinek hevdîtinan dê bê Tirkîyê.

Ekleme: 14.06.2020 10:50:12 / Güncelleme: 14.06.2020 10:50:12 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Tê diyarkirin ew ê di hevdîtinên ku bên kirin de pêwendîyên dualî, geşedanên herêmî û meseleya Lîbyayê bê nirxandin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê bi daxuyanîya ku berî belav kiribû destnîşan kiribû, ew ê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Muhammed Cevad Zarîf roja yekşemê biçe Tirkîyê.(ÎLKHA)