Li Rûsyayê bi 9 hezar kesên din re jî Coronavîrus hat tespîtkirin

Îro jî bi 8 hezar û 779 kesî re vîrus hat tespîtkirin û hejmara kesên ku bi wan re vîrus hat tespîtkirin derket 511 hezar û 423 kesî.

Ekleme: 12.06.2020 13:30:13 / Güncelleme: 12.06.2020 13:30:13 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di 24 seatên dawî de li Rûsyayê 183 kes ji ber Coronavîrusê mirin û hejmara mirîyan derket 6175 kesî.

Bi hejmara xwe ya pêketîya Rûsya li cîhanê piştî Amerîka û Brezîlyayê  tê.(ÎLKHA)