Serokê Giştî yê HUDA PARê ji bo Abdullah Şallah peyama tazîyê weşand

Îshak Saglamê Serokê Giştî yê HUDA PARê ji bo Lîderê Hareketa Cîhada Îslamî yê Filistînê Remezan Abdullah Şallahê ku wefat kir peyama tazîyê weşand.

Ekleme: 07.06.2020 12:20:13 / Güncelleme: 07.06.2020 12:20:13 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Saglam di daxuyanîya ku li ser medyaya civakî belav kir de destnîşan kir; ew bi xemgînî xebera wefata Şallahî hîn bûye û dû re wiha li peyama xwe ya şînê zêde kir: "Min bi xemginîyeke mezin xebera wefata Lîderê Hareketa Cîhada Îslamî yê Filistînê Remezan Abdullah Şallah hîn bûm. Ez ji Xwedê ji bo wî rehmet û ji bo malbat, hevaldoz û xelkê Filistînê sebrê daxwaz dikim."(ÎLKHA)