Serokê Giştî yê HUDA PARê ji bo Ahmet Tekdalê ku rehmet kir peyama tazîyê weşand

Îshak Saglamê Serokê Giştî yê HUDA PARê ji ber wefata Ahmet Tekdalê Serokê Giştî yê berê yê Partîya Refahê û endamê damezrîner ê partîyê peyamek weşand.

Ekleme: 02.06.2020 15:30:14 / Güncelleme: 02.06.2020 15:30:14 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Saglam di peyama xwe ya ku belav kir de derbarê mijarê de destnîşan kir, ew ji bo Tekdalî ji Xwedê rehmetê teleb dike.

Saglam di berdewama peyama xwe de diyar kir " Min bi xemgînî xebara wefata Ahmet Tekdalê Serokê Giştî yê berê yê Partîya Refahê û Endamê Lijneya Îstîşareya Bilind a Partîya Saadetê stand.Ez ji Xweda ji bo rehmetî rehmetê û ji bo malbat, nas û hevaldozên wî sebrê niyaz dikim."(ÎLKHA)