Li Diyarbekirê gundê ku lê hezar û 750 kes dijîya hat xistin karantînayê

Ji ber ku li Gundê Gozelîya girêdayê Kayapinara Diyarbekirê bi 40 kesî re Coronavîrus hat tespîtkirin temamê gund hat xistin karantînayê.

Ekleme: 01.06.2020 12:35:18 / Güncelleme: 01.06.2020 12:35:18 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin kesekî ku li navenda Diyarbekirê dijîya roja îdê ji bo îda dê û bavê xwe pîroz bike çû gundê Gozelîyê û bi Coronavîrusê ket.

Ji ber vê yekê li gund ji teref ekîbên fîlyasyonê ve xebat hat destpêkirin û di encama xebatên ku hatin kirin de li gundê ku lê hezar û 750 kes dijîya bi 40 kesî re Coronavîrus hat tespîtkirin û  ji teref Lijneya Umumî Hifzissihha ya Kayapinarê ve temamê gund hat xistin karantînayê.

Ji ber karantînayê têketin û derketina gund hat qedexekirin.(ÎLKHA)