Di encama qezaya ku pêk hat de 100 mîh telef bûn

Li Kanîreşa navçeya Çewligê qamyona ku pez vediguhast qeza kir û qulibî golê.Di encama qezaya ku pêk hat de 100 mîh telef bûn.

Ekleme: 31.05.2020 16:35:07 / Güncelleme: 31.05.2020 16:35:07 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin qamyona bi plaqeya 63 N 3709 a ku pez tê de bû ji er sedemeke ku hêj nayê zanîn li ser Rêbeja Çewlig-Erzeromê ji kontrolê derket û qulibî golê.

Ajokarê qamyonê yê ku di qezayê de birîndar bû bi ambûlansê hat rakirin nexweşxanê.

Hat hînbûn 100 mihên ku di qamyonê de bûn telef bûn.

Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)