Li Lîbyayê 30 penaber hatin kuştin

Li Lîbyayê ji ber ku kesekî qaçaxvanê însanan ji teref penaberan ve hat kuştin, nasên kesê kuştî 30 penaberî kuştin.

Ekleme: 30.05.2020 15:05:14 / Güncelleme: 30.05.2020 15:05:14 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Karên Hundir ê Lîbyayê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; li Mîzdaya bajaroka girêdayê Trablusê ji ber ku kesekî qaçaxvanê însanan ji teref penaberan ve hat kuştin, nasên kesê kuştî 30 penaberî kuştin û 11 penaberî birîndar kirin.

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin, penaberên ku hatin kuştin 26 kes Bangledeşî û 4 kes jî Efxanistanî ne.(ÎLKHA)