Li Erzeromê 2 malbat ji ber lihevnekirina zevîyan pev çûn: 5 kes canê xwe ji dest dan

Li Koselera gundê girêdayê Çata navçeya Erzeromê ji ber lihevnekirina erdan di navbera 2 malbatan de nîqaş derket.

Ekleme: 30.05.2020 13:25:14 / Güncelleme: 30.05.2020 13:25:14 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Nîqaşa ku ji ber erdan dest pê kir piştî demekê bû pevçûna çekdarî. Di encama pevçûna ku tê de çek hatin bikaranîn de ji her du terefan 5 kes canê xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn.

Kesên ku birîndar bûn bi ambûlansan hatin rakirin nexwşexanê û cendirme hat sewqkirin cihê bûyerê.(ÎLKHA)