Hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket li ser 2 milyon û 671 hezarî

Li tevahîya cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket 2 milyon û 671 hezar û 827 kesî.

Ekleme: 30.05.2020 12:05:13 / Güncelleme: 30.05.2020 12:05:13 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin  hejmara kesên ku bi vîrusê ketibûn baş dibin her ku diçe zêdetir dibe.

Tê diyarkirin rêjeya başbûnê herî zêde li Amerîkayê ye û ev hejmar 519  hezar û 569 kes e.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin  hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket 367 hezar û 149AB û hejmara kesên pêketî jî derket 6 milyon û 47  hezar û 417 kesan.(ÎLKHA)